Kanûn 22, 2025 19:55 Asia/Tehran
  • Li meclisa Tirkîyê parlimanter lihev baketin

Civîna parlemana Tirkiyê veguherî qada pevçûn û lihevxistina parlamenteran.

Civîna nirxandina bûca sala 2026an li parlemana Tirkiyê  veguherî meydana pevçûn û lihevbaketina parlamenterên vî welatî bi curekê ku serokê parlemana Tirkiyê neçar ma ku vê civînê rawestîne. Pevçûna di navbera parlamenterên  AKP û CHP de ku di dema navbiristandinê û bêhnvedanê de derket, zirar da hin alavên di salonê de.

Ev pevçûn piştî axaftina cîgirê serokê fraksiyona CHP dest pê bû. Wî gotinên  serokê fraksiyona AKP û hin parlamenterên din ji ber xemsariya  derbarê rewşa  malnişînan û karsazên biçûk de rexne kir. Ev gotin rastî berteka parlamenterên hanê hat.

Serepeyv