Kanûn 20, 2025 19:11 Asia/Tehran
  • Lidarxistina Merasima Roja Şehîdan bi amadebûna kesayetîyên iraqî li Bexdayê

Merasima Rêzgirtina li şehîd Ayetullah Seyîd Mihemed- Baqir Hekîm u Roja Şehîdên Iraqî bi amadebûna serokên her sê dezgehên birêvebirina welêt u rayedarên iraqî li Bexdayê hat lidarxistin.

Seyîd Emmar Hekîm Serokê Bereya Hikmeya Netewî ya Iraqê di vê merasimê da pêgirî ser pêwîstîya yekitîya netewî û biryardana serbixwe kir u xwest ku hikûmeteke xurt were pêkanîn u sîyaseteke derve ya hevseng ji bo derbasbûna Iraqê ji qonaxa hestyar a niha bigirin ber xwe. 

Mihemed Şîya Sûdanî Serokwezîrê Iraqê jî di vê merasimê da got ku di 3 salên buhurî da li Iraqê xebateke bêhempa hatîye kirin ku destkevtek ji bo Iraqê, gel u hêzên netewî yên vî welatî tê hesêb.  Wî got: Destkevteke herî berbiçav bidawîhatina erkdarîya Hevalbendîya Navdewletî ya Dijî DAIŞê u erka UNAMIyê li Iraqê ye ku eva jî qahîmbûna serwerîya Iraqê u serxwebûna di biryardana sîyasî da ye.

Ebdulletîf Cemal Reşîd Serokomarê Iraqê jî di vê merasimê da got ku Iraq ji dewrana dijwar derbas bûye û nika di nav ewlehî u istiqrarê da ye; lewma qahîmkirina bingehên demokirasîyê, erkeke netewî û mîsyoneke niştîmanî ye.

Serepeyv