Kanûn 22, 2025 19:58 Asia/Tehran
  • Rawêjkariyên berdewam li Bexadyê: Nîşaneyên bidawîhatina xitimîna têkildarî destnîşankirina serokwezîrê nû yê Iraqê

Çavkaniyên siyasî li Iraqê derbarê lihevkirina berayî ya Hevpeymnaiya Çarçoveya Hevahengiyê ya Şîeyan ser berbijarekî ji bo posta serokwezîrtiya hikûmeta bê agahî dan. Ev pêşketina di demekê de ye ku parlemana nû ya vî welatî jî li ber lidarxistina yekem civîna xwe ye.

Ebas Serût parlemanterê berê yê Iraqê got: Rêkeftina berayî ser kesayetiyekî nerm û ser hemdê xwe ji bo kontrolkirina qeyranên aborî, kêmasiya bûcê û zextên derveyî li vî welatî hasil bûye. Wî tekez kir: Rê ne hêsan e. Divê Serokwezîrê pêşerojê di rewşa tevlihev de şiyan rêberiya xurt û bihêz hebe. Çarçoveya Hevahengiya Şîeyan a Iraqê civîneke giring li mala Nûrî Malikî, rêberê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê li dar dixe ku ser hûrguliyên dawîn rêkeftinek hasil bibe.Hin çavkaniyan gotine ku şansê Mihemed Sûdanî Serokwezîrê niha wek serokwezîr ji bo dewra dudiyê he zêde ye, lê encam yê di muzakirên pêşber de were kivşkirin. Bereberê civîna yekem a parlemana nû ya Iraqê di 29ê Kanûnê de, rawêjkariyên berdwam navbera serokên partiyên Sunnî, Şîe û Kurd  zêde bûne û ramanc destnîşankirina serokên sê dezgehên birêveber yên hikûmeta vî welatî ye. Ev civîn nîşana hewildana hin tevgeran ji bo çareserkirina nakokiyên etnîkî û avakirina hikûmetek mayînde li vî welatî ye .Çavdêr di vê baweriyê de ne ku ev rawêjkarî dikarin xitimîna di atmosfera siyasî ya Iraqê de ji holê rake lê zextên derve û nakokiyên navxweyî hin pirsgirêkan çêdikin. Avakirina hikûmetê  hewcetî bi aşitiyeke demlidest heye da ku aramî û îstiqrara Iraqê were misogerkirin. 

Serepeyv