Hizbullaha Lubnanê: Di ferhenga me de teslîmbûnê cihek xwe tineye
Parlimanterekî Hizbullahê, bi tekeziya ser berdewamiya rêya berxwedanê, her cure paşdevekişînek red kir û ser mafê berevaniya rewa li hember destdirêjiyên Rejîma Siyonîst tekez kir.
Hisên Hac Hesen, parlimanterê Hizbullahê li parlemana Lubnanê, ragihand: Teslîmbûnê di ferhenga me de cihê xwe tine û ger ew detsdirêjiyê ser me bikin berevaniya ji xwe mafê me yê xwezayî û rewa ye. Wî di cîvîneke siyasî de ku ji hêla beşa peywendiyên giştî ya Hizbullahê ve li navçeya Bêqayê hate lidarxistin got: Rejîma Siyonîst bi sepandina zextên ewlehî, leşkerî û siyasî dixwaze berxwedanê ji nav bibe û wê bêçek bike lê berxwedan tim ser piyan e û jibo berevaniya Lubnanê û berjewendiyên wê tam amade ye. Hac Hesen bal kişand ser ewlewiyetên niha yên Lubnanê û tekez kir: Ewlewiyeta gel, artêş û berxwedanê rawestandina destdirêjiyan, vekişyana hêzên dagirker ên siyonîst ji axa Lubnanê, azadkirina girtiyan, destpêkirina pêvajoya ji nû ve avakirinê û paşê gotûbêja ser stratejiyeke berevaniya neteweyî ye. Ji aliyê din ve Emîn Şerî, parlemanterê libnanî got ku ezmûnê nîşan daye ku diyaloga bi Rejîma Siyonîst re tenê dibe sedema dayîna serpişkiyên zêdetir û heta niha tu navbeynkarekî nekariye ji Rejîma Siyonîst serpişkiyan jibo Lubnanê bistîne.Hevdem çavkaniyên nûçeyan îro behsa binpêkirina berdewam a agirbesê li Lubnanê ji aliyê Rejîma Siyonîst ve û êrişên vê rejîmê ser hin cihan li başûrê Lubnanê kirin û hin çavkaniyan jî ragihandin ku di encama êrişa Rejîma Siyonîst ser başûrê Lubnanê de sê kes şehîd bûne.