Sedemên nelbijartina parêzgarê nû yê Kerkûkê
Sedemên nelbijartina parêzgarê nû yê Kerkûkê
Heşt meh ser lidarxistina hilbijartinên encûmena parêzgehên Iraqê derbas dibe, lê hîna li Kerkûkê encûmena parêzgehê pêk nehatiye. Ne Mihemed Şiya Sûdanî û ne jî partiyên vê parêzgehê nekarîne aliyên serketî yên hilbijartinê li hev bînin.
Hewldanên partî û Yekitiyê wek partiyên deshilatdar a Herêma Kurdistanê li gel partiyên din ji bo komkirina partiyên curbicur ên Kerkûkê û lihevkirina li ser destnîşankirina parêzgarê vî bajarî, heta niha bê encam bûye. Vê dawiyê Mesûd Barzanî, serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê, bo cara duyem ligel bereya Tirkmenî û endamên ereb ên encumena parêzgeha Kerkûkê, hevdîtin pêk anî ku derbarê posta parêzgarî û postên din ên rêveberiya vî bajarî gotûbêjê bikin lê ti daxuyaniyeke fermî derbarê serketîbûna vê civînê nehat belavkirin.
Hevgav Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê jî bi 6 kursiyan ser mafê xwe bo wergirtina posta parêzgariya Kerkûkê teqez dike.Hevgav Mihemed El-Beyatî yek ji rêberên rêxistina Bedir a Iraqê got: Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê li Kerkûkê piştî ku hejmarek ji hêzên Erebî tevlî Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bûn û 10 kursî bi dest xistin, dê bi awayekî yekalî Encûmena Parêzgeha Kerkûkê pêk bîne.
Wî her wiha got: Qeyrana pêkanîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê çareser bûye û heta çend rojên dahatî, beriya hatina Mihemed Temîm nûnerê Serokwezîrê Iraqê bo Kerkûkê bo birêvebirina civîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê, ev encûmen dê were avakirin.Ji aliyê din ve endamê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Mehmûd Xwuşnav, hikûmeta Tirkiyê bi çêkirina berbenda ser rêya çareseriya qeyrana avakirina Encûmena Parêzgeha Kerkûkê tawanbar kir.
Vî endamê Yekitiyê di hevpeyvînekê de amaje bi wê yekê kir, ku heta niha ti encameke erênî ji bo çareserkirina qeyrana avakirina encûmena parêzgeha Kerkûkê nehatine bidestxistin û got: Xelkê Kerkûkê li benda pêkhatina vê encumenê ne.
Mehmûd Xwuşnav, bal kişand ser wê yekê ku hikûmeta Tirkiyê ser pêwîstiya pêkanîna Encûmena Parêzgeha Kerkûkê teqez kiriye û got: Tirkiye û hinek aliyên piştevanên wê mafê wan nîne ku nêrîn û îradeya xwe ser piraniya partiyên li parêzgeha Kerkûkê jibo avakirina encumena parêzgehan de bisepînin.Selah El-Kebîsî , Berdevkê hevpeymaniya El-Hesm Lêwetenî bi serokatiya Xemîs El-Xencer got: Ne mimkûn e ku berî lidarxistina hilbijartinên Parlemana Kurdistanê qeyrana avakirina Encûmena Parêzgeha Kerkûkê were çareserkirin.