Kanûn 01, 2015 20:44 Asia/Tehran
  • Nameya duyem a rêberê Inqilabê li nav beşdarên biyanî li merasima Erbeînê belav dibe

Ciwanên rawestgeha Letter 4 U`yê li riya navneteweyiya Necefê heta Kerbelayê nameya duyem a rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî bo ciwanên ewropî digihînin destê kesên biyanî ku beşdarî vê meşa girseyî bûne.

Li gorî rapora nûçegihanê çandî yê ajansa nûçeyan a Tasnim News`ê, ev çend sal in ku roja Çilema îmam Husêyn (S) anku Erbeîn û riya Necefê heta Kerbelayê cîhanî bûne. Ji bilî îranî û iraqiyan, hin ziyaretvan ji welatên cûrbicûr ên cîhanê wek Awistralya, Kanada, Almanya, Nîcirya û hwd milbimil di riya Husêyn (S) da pêngavan radikin.
Rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî ya Îranê, hezretê ayetullah uzma Xamineyî du rojan berî niha nameya xwe ya duyem ji bo ciwanên ewropî weşand. Nameya ku tûşî boykota mêdya û çapemeniya biyanî hatiye.
`Nameya rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî ya Îranê, hezretê ayetullah uzma Xamineyî dê bigihêje destê azadîxwazên cîhanê. Mêdya û çapemeniyên welatên rojavayî wisan ku nikarin meşa girseyiya mezin a Çilema îmam Husêyn (S) anku Erbeînê veşêrin û nebînin, dê nekarin vê nameyê ji hêla mêdyayî va boykot bikin.` Ev gotina wan ciwanan e ku nameya rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî ya Îranê, hezretê ayetullah uzma Xamineyî digihînin destê rêwiyên biyanî yên beşdar li meşa girseyiya Erbeînê.
Letter 4 U navê rawestgehekê li nêzikî mokeba îmam Reza (S) li riya Necefê heta Kerbelê ye. Ciwanên vê rawestgehê welatiyên biyanî bi plakart û bangkirinê ber bi xwe va vexweînin û nameya rêberê giranqedr ê Inqilaba Islamî ya Îranê, hezretê ayetullah uzma Xamineyî digihînin destê wan.

Serepeyv