Hişyariya derbarê operasyonên Terorîstî yên DAIŞ`ê li Tirkiyê
Kanûn 23, 2025 20:39 Asia/Tehran
Yekîneya jandermeriya Tirkiyê derbarê plan û bernama koma terorîst a DAIŞ`ê jibo pêkanîna operasyonê li şeva sersalê li vî welatî hişyarî da.
Di daxuyaniya yekîneya jandermeriya Tirkiyê de hatiye ku raporên îstîxbaratê nîşan didin ku ev rêxistina terorîstî di halê plandarêştina ji bo êrişan hevdem di gel trimbêlên bombekirî li herêmên qerebalix di çend rojên bê de ye. Hatiye ragehandin ku şêwazên êrişên DAIŞ`ê, çekdarî an întiharî, êrişa bi xwefiran, êrişa bi trimbêlên bombekirî an êrişa ser xelkê ne.