Destnîşankirina zêdetirî 100 celebên heywanan li Yezdê
Kanûn 23, 2025 22:46 Asia/Tehran
Serokê Dayireya Parastina Jîngehê ya bajarê Mêhrîzê derbarê destnîşankirin û qeydkirina zêdetirî 105 cureyên heywanan li deverên parastî yên vî bajarî agahî da.
Jîngeha bajarê Mehrîzê li Parêzgeha Yezdê li Îran yek ji girîngtirîn jîngehên çalak ên heywanan e. Ev herêm bûye sitargeha zêdetirî 100 cureyên heywan û balindeyan.