Derbasbûna bajaroknişînên siyonîst ser axa Sûriyê
Kanûn 23, 2025 19:39 Asia/Tehran
Komek ji bajaroknişînên ser bi tevgera siyonîst a Pêşengên Çiyayê Başanê derbasî nav axa Sûriyê bûn.
Artêşa Rejîma Siyonîst vê sibê êrişî gundê Seyda Meqrezê li derdora Quneyterê kirin. Çavkaniyên nûçeyan li Sûriyê her wiha derbarê bihîstina dengê teqînê li Quneyterê hevdem li gel firîna helîkopterên artêşa dagirker li esmanê vê parêzgehê agahî dan. Armanca van siyonîstan ji vê kiryara eşkere, piştgiriya ji bajarokçêkirin û sepandina rasitiyên nû ser vê herêmê ye. Hêzên siyonîst hîn jî destdirêjiyên xwe li dedora Quneyterê li başûrê Sûriyê berdewam dikin.