Dewama êrîşên Rejîma Siyonîst ser nexweşxaneyên li bakurê Zîvala Xezzê
Şêwirîna li ser mijarên dualî û pêvajoya cihanîna bernama hevkariya giştalî ya Îran û Çînê û gotûbêja li ser alûgorên navçeyî û navneteweyî ji girîngtirîn armancên sefera du rojî ya wezîrê karên derve yê Îranê bo Çînê hatin ragihandin. Di dewama dorpêçkirin û êrişên artêşa siyonîst li ser nexweşxaneyên li bakura Zîvala Xezzê de, di encama êrişên nû yên vê rejîmê ser navçeyên curbicur ên Xezzê de, bi dehan kes şehîd û birîndar bûn.
Operasyona jînûsayda filistîniyan a li Zîvala Xezzê di roja 448'an de berdewam dike. Artêşa Rejîma Siyonîst di şev û roja buhurî de bi baldar û girankirina êrişên xwe ser nexweşxaneyên tijî birîndar li bakurê Xezzê, şert û mercên dijwar ji bo kadroyên pizîşkî û birîndar û nexweşên filistînî li van nexweşxaneyan çêkirine. Ji aliyê din ve nexweşxaneya Kemal Edwan ji aliyê siyonîstên dagirkir ve hat şewitandin û dûkeleke giran esmanê vê navçeyê girte ber xwe û rêveberê tenduristiyê yê Xezzeyê ragihand ku her peywendiya bi nexweşxaneya Kemal Edwan re hatiye qutkirin û ambûlansên ku ji bo veguhestina nexweşan şandine vê nexweşxaneyê, venegeriyane. Merwan El Hems, rêveberê nexweşxaneyên gerok ên Zîvala Xezzê jî got: Rejîma Siyonîst avahiya nexweşxaneya El Ewdeyê li bakurê Zîvala Xezzê da ber bombeyan ku di encamê de rêveberê nexweşxaneyê û 6 xebatkarên vê nexweşxaneyê birîndar bûn.
Artêşa terorê herwiha li gelek deverên bakurê Xezzê li avahiyên mayî jî teqînên mezin pêk anîn. Li gorî şahidan, ev teqîn bi robotên bombebarkirî yên ku ji aliyê alavên leşkerî yên Îsraîlê ve di nav avahî û cihên xelktêde de hatine bikaranîn, pêk hatine û xisarên mezin çêkirine.
Ji hêla din ve leşkerên Siyonîst bi êrişa ser Perrava Rojava filistînî serkut kirin. Leşkerên Siyonîst bi êrişa ser başûra rojhilatê Cinînê li Perrava Rojava Dagirkirî, ciwanekî 18 salî yê filistînî bi derba gullê şehîd kirin û li navçeyên din ên Perrava rojava Çemê Urdinê ji wan li El Celîl, Ramelah, Tûlkerm, Bêytlehm û Beytulmuqedesê xelk serkut kirin û filistîniyên sivîl girtin û tenê di encama operasiyona leşkerên Siyonîst li Tûlkermê da 8 kes şehîd bûn. Herwiha leşkerên Siyonîst herîkêm 25 kesên sivîl li navçeyên curbicur ên Perrava Rojava Çemê Urdinê girtine.