Nîsan 01, 2024 16:00 Asia/Tehran
  • Şehîdbûna nêzîkî 300 kesî li nexweşxaneya El-Şifa û îdamkirina filistîniyan bi destên girêdayî

Çavkaniyên fermî yên filistînî derbarê şehîdbûna nêzîkî 300 filistîniyan û îdamkirina hejmarek ji wan bi destên girêdayî di dereqa du heftiyan dorpêçkirina nexweşxaneya El-Şifa li bajarê Xezeyê ji aliyê artêşa Rejîma Siyonîstî ve agahî dan.

Berdevkê Wezareta Bereaniyê ya Xezeyê amaje bi vekişîna hêzên dagirker ji nexweşxaneya El-Şifa û derdora wê piştî du hefteyan ji dorpêçê kir û ragihand ku di vê nexweşxaneyê û derdora wê de nêzî 300 kes şehîd bûne û got, hêzên dagirker dest û  pêyê  hejmarek ji filistîniyan li nexweşxaneya El-Şîfa girêdan û ew îdam kirin.

Piştî ku çavkaniyên nûçeyan derheq vekişîna artêşa Siyonîst ji derdora  nexweşxaneya El-Şifa ya li bajarê Xezeyê agahî dan,hevgav perdeyeke din ji cinayetên Rejîma Siyonîstî hate eşkere kirin û medyayan derbarê şehîd û birîndarbûna bi sedan filistîniayn û wêrankirina tam a avahiyên vê nexweşxaneyê li rojavaya Xezeyê  agahî dan. 

Li gor nûçeyeke din hêzên dagirker ên siyonîst her wiha bo roja 178 an, bi êrişên esmanî ser herêmên curbicur ên Xezeyê û kuştina xelkê sivîl jînosayad wxe li vê zîvalê berdewam kirin.

 ku bû sedema xirabtir bûna rewşa mirovî û awarebûna zêdetirî  sedî 90 nifûsa vê zîvalê. 

Balefirên cengê û topxaneyên rejîma dagîrker îro Duşemê deverên curbicur ên zîvala Xezeyê bombebaran kirin û  mal, navendên komkirina awareyan û kolan,  bombebaran kirin û bi sedan şehîd û brîndar bi cih hiştin. Hevgavê êrîşên esmanî yên balefirên cengê yên Rêjîma Dagirker ser Xan Yûnisê, hêzên rêjîma dagîrker li deverên rojavayî û rojhilatê vî bajarî kirin armanc.

Serepeyv