127-emîn roja jînosayda li Xezeyê,komkujiyali Refehê berî êrişa bejayî/ dorpêçkirina nexweşxaneya gerok û nexweşxaneya Nasir li Xan Yûnisê
Hevgavê eşkerebûna nîşaneyên nêzîkbûna dema operasyona bejayî ya wêranker li Refehê ku artêşa dagirker xwe ji bo wê amade dike û ev bajar tijî bûye ji awareyên filistînî, firokeyên dagirkeran dest bi êrişên giran ser Refeh û Xan Yûnis li başûrê Xezeyê kirine.
Di 127-emîn roja jînosaydê, rejîma dagirkler a Îsraîlê bi piştevaniya Amerîkayê li Xezeyê êrişên xwe yên cuda ser navçeyên wêranbûyî yên Zîvala Xezeyê didomînin û bi dehan kesî şehîd û birîndar dikin dikin, amareke diltezîn ku her roj tê dubarekirin.
Hevgav rojnameya Îbrî ziman aYediot Aharonot êvara Îniyê eşkere kir ku plana operasyona bejayî ya artêşa Îsraîlê li bajarê Refehê li nêzîkî sînorê Misrê û zîvala Xezeyê re, ji sê heftiyan berî niha va amade bûye. Ji aliyê din ve, nivîsgeha ragihandinê ya hikûmetê li Xezeyê derbarê qewimîna karesatê li Refehê hişyarî da û got: Ger dagirkerên îsraîlî êrişî ser parêzgeha Refehê bikin,em derbarê karesat û komkujiyek cîhanî hişyariyê didin.
Vê rêxistina filistînî got: Em hikşûmeta Amerîkayê, civaka navnetewî û dagîrkeran bi tevayî berpirsê her kiryareke leşkerî li Refehê dizanin.Li gorî nûçeyeke din, tankên dagirkeran li ber deriyê nexweşxaneya Urdinî li derdora nexweşxaneya Nasir a Xan Yûnisê bi cih bûne.
Balafirên şer ên Rejîma Siyonîst li rojavayê bajarê Refehê li başûrê zîvala Xezeyê trimbêleke sivîlan bombebaran kirin û di encamê de 3 kes şehîd bûn.
Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku şeva buhurî li navend û bakurê Refehê di encama bombebarankirina malên filistîniyan ji aliyê Rejîma Siyonîst ve 25 filistînî şehîd bûn.
Li gor rapora medyayan, di encama bombebarana şeva borî ya Rejîma Siyonîst ku çend navçe li zîvala Xezeyê kirine armanc, hejmarek ji welatiyan şehîd û hejmarek jî birîndar bûne ku piraniya wan zarok û jin in.
Topxaneyên siyonîstan herwiha xwendingeha Teyibe ku cihê niştecihbûna awareyan li rojhilata Xan Yûnisê ye kirinarmanc ku di encamê de li wê derê şewatek qewimî.