Kanûn 14, 2023 17:35 Asia/Tehran
  • Nexweşiyên vegir di kemîna Xezeyê da

Ji bo nişteciohên dorpêçkirîli Xezeyê ku heta niha ji bombe û gulelyên Rejîma Siyonîst saxlem mane, kujereke bêdeng û nexuya niha wan dişopîne û ew jî belavbûna nexweşiyan e.

Cêymz Êldêr Berdevkê Payebilind ê UNICEF'ê got: Bahoza giran j bo belavbûna nexweşiyan dest pê bûye. Niha mesele tenê ev e ku dê rewş çiqasî xirab be

Li gorî zanyariyên Rêxistina Cîhanî ya Tenduristiyê, ji 29ê Mijdarê heta 10ê Kanûnê, babetên îzhalê li nav zarokên bin 5 salî sedî 66 zêde bûye û ji bo kesên din heta sedî 55 zêdetir bûne.

Doktor Ehmed El-Fera Serokê Beşa Zarokan a Nexweşxaenya Nasirê li Xan Yûnisê li başûrê Xezeyê jî got ku ev beş tijî bûye ji zarokên ku tûşî kêmasiya gioran a ava bedenê bûne û ev di hin babetan da dibe sebeba kêşeyên gurçikan.

Wî got: Di heyama du hefteyên raborî da 15 heta 30 babetên Hêpatîta A li Xan Yûnisê hatine ragihandin.

Ji ber ku agirbesa navbera Rejîma Siyonîst û Hemasê di 1ê Kanûnê da bi dawî hat û êdî nehat dirêjkirin, bi sedan hezar kes çûne sitargehên jipêşva çêkirî, avahiyên terikandî, dibistan û konan. Kedkarên Alîkarîgihên û Filitandinê dibêjin ku gellek kesên din tevî ku derfetên destav û ava ji bo xweşûştinê hindik in, di atmosfera vekirî da radizên.

Serepeyv