Kanûn 29, 2020 12:44 Asia/Tehran
  • Efrîna dagirbûyî - Di 2020`an de 54 şêniyên Efrînê hatin qetilkirin û 805 sivîl jî hatin revandin

Sala 2020`an li ser herêma Efrînê ya dagirkirî wekî kabûsekê derbas bû. Di vê salê de hêzên Tirkiyê û komên girêdayî bi wê sûcên kuştin, revandin, bazirganiya mirovan, xerabkirina cihên dîrokî, birîna daran û guhertina demografiyê zêdetir kirin.

Ajansa nûçeyan a Hawar Newsê (ANHA) nivîsiye: Ji dagirkirina Efrînê ve di 18`ê Adara 2018`an de û heta niha, ji bilî sûcên dewleta Tirkiyê û çeteyên  girêdayî bi wê li bajarê Efrînê tiştek nehatiye guhertin ku beriya dagirkirinê Efrîn mînaka demokrasiyê û pirrengiya olî û neteweyî bû û bi deh hezaran koçberên ji herêmên cuda yên Sûriyê hembêz kiribûn.

Lê belê ji rojên destpêkê yên êrişa li dijî Efrînê ve, dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên  girêdayî bi wê bi awayekî sîstematîk sivîl, şûnwar, cihên olî, navendên tenduristiyê û dibistan kirin hedef.

Wekî 2018 û 2019`an, sala 2020`an jî saleke bi sûcên dagirkeran ên kuştin, koçberkirin, talankirin, dizîn, xerabkirin cihên dîrokî, dizîna şûnwaran, birîn û hilkirina bi deh hezaran darên zeytûnan û darên din, dagirtî bû.

Berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye Îbrahîm Şêxo, sala 2020`an wek sala ku ji salên beriya wê yên piştî dagirkirina Efrînê bi xwîntir bi nav kir. Şêxo got: “Rojeke ku tê de dewleta Tirkiyê û çete û ajandeyên wê yên îstixbaratê (MÎT), li dijî şêniyê Efrînê yên resen sûc pêk neanîn, derbas nedibû. Dagirker bi wan kiryaran dixwazin dorê li şêniyên Efrînê yên mayî teng bikin û wan jî bidin koçberkirin.”

‘DI 2020`AN DE, 805 SIVÎL, DI NAV DE 74 JIN, HATIN REVANDIN’

Şêxo encama sûcên kuştin û revandinê li Efrînê yên hatine belgekirin, bi bîr xist û got: “Artêşa Tirkiyê û komên girêdayî bi wê 805 sivîlên Efrînê û di nav de 74 jin, revandin.”

Hîna çarenûsa piraniya kesên hatine revandin ne diyar e.

‘54 SIVÎL HATIN KUŞTIN’

Şêxo di dewama axaftina xwe de diyar kir ku li bajarê Efrînê yê dagirkirî, dewleta Tirkiyê 54 sivîl di girtîgehan de bi îşkenceyê qetil kirin.

‘BI DEH HEZARAN DARÊN EFRÎNÊ HATIN BIRÎN’

Şêxo destnîşan kir ku çeteyên girêdayî bi dewleta Tirkiyê şênî neçar dikirin ku bi zorê mewsima xwe bi pereyên hindik bifiroşin wan û bi wê yekê dest danîn ser mewsima zeytûnan a îsal jî.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, çeteyên girêdayî bi dewleta Tirkiyê 60 hezar darên herêmê birîne.

Şêxo daxuyand ku çeteyan nêzî ji sedî 15 ji mewsima salane ya zeytûnan desteser kir. Şêxo destnîşan kir ku Dewleta Tirkiyê bi rêya toreyeke bazirganan ango qaşo bi rêya odeya bazirganiyê ya bi navê “Çiqilê Zeytûnê” û komeleyên tirkî, bi awayekî sistematîk zeyt ji cotkaran dizî da ku li sûkên Ewropayê bi 110 Euro bifiroşe û wiha dewam kir: “Gelek bazirgan çûn Amerîkayê da ku peymana zeyta zeytûnan a zêdetirî 90 hezar ton zeyta zeytûnên Efrînê ya ku talan kirine, pêk bînin.” 

‘GUHERTINA DEMOGRAFIYÊ Û XERABKIRINA ŞÛNWARAN’

Têkildarî guhertina demografiye jî, Şêxo piştrast kir ku Dewleta Tirkiyê îsal guhertina demografiyê, kolandin û xerabkirina cihên dîrokî û talankirina şûnwaran a bi rêya toreke girêdayî çeteyên girêdayî bi xwe, zêde kir.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye, 42 cihên dîrokî hatine rûxandin.

Şêxo piştrast kir ku îstixbaratên Tirkiyê di çarçoveya xerabkirin û tunekirina çand û herêmê de, tabloyên mûzayîkî ji keleha Nebî Horî ya li navçeya Şera ya Efrînê dizîne.

Şêxo her wiha dsetnîşan kir ku tiştên hatine dizîn di dergehên sînorî re derbasî Tirkiyê dihatin kirin, ku piştî dagirkirina Efrînê ew dergeh hatin vekirin da ku Efrînê bi wîlayeta Hatay ve girê bidin û milkên herêmê bidizin.

Şêxo bi bîr xist ku dewleta Tirkiyê zêdetirî 300 hezar sivîl bi darê zorê ji warê wan da koçberkirin û bi hezaran malbatên çeteyan ên ji herêmên Sûriyê yên cuda li Efrînê bi cih kir. Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan, rêjeya kesên ku li Efrînê hatine bicihkirin ji sedî 80`ê ye.

Şêxo di dewama axaftina xwe de da zanîn ku Îstixbarata Tirkiyê bi zanabûn malbatên Turkmen li ser xeta sînor a di navbera Sûriye û Tirkiyê de, li gundên navçeya Şera, Bilbilê , Raco û Şiyê yên Efrînê bi cih kirin.

Şêxo diyar kir  ku dewleta Tirkiyê nêzî 54 dibistan veguherandin navendên îstixbaratî û navendên êşkencekirin sivîlan, ji wan nêzî 20 dibistan piştî êrişa li ser herêmê bi temamî hatin rûxandin.

Dibistanên Ezhar Efrîn, Feysal Qedûr, Peymangeha Viyan Amara û dibsitana seretayî ya navçeya Bilbilê veguherandin navendên îstixbarata Tirkiyê, her wiha dibistana bazirganiyê ya berê veguherandin navenda binçavkirinê ya Polîsên Leşkerî.

Dewleta Tirkiyê wekî meteryaleke sereke zimanê tirkî li dibistanan ferz dike û perwerdeya bi zimanê dayikê (zimanê kurdî) qedexe dike.

Dagirkeran her wiha nasnameyên sûrî veguherandin nasnameyên tirkî û pereyên tirkî ferz kirin.

Her wiha navên gundan guhertin, ji wan navê gundên girêdayî navçeya Bilbilê wekî, navê gundê Kotana kirin Selcûq Obasî, navê gundê Qestel Miqdad kirin Zafir Obasî û navê gundê Kurzêlê kirin Cefer Obasî.

Navên qadan jî hatin guhertin, wekî Qada Azadî kirin “Qada Tayyîp Erdogan”, Çerxerêya Kawa kirin “Çiqilê Zeytûnê” û Çarxerêya Newroz kirin “Selaheddîn”.

‘BAZIRGANIYA MIROVAN’

Berdevkê fermî yê Rêxistina Mafên Mirovan bi bîr xist ku piştî belavbûna vîrusa Korona Dewleta Tirkiyê tevî kadroyên tenduristiyê bi zanabûn sivîl bi derziyên jehrî dikuştin û endamên laşên wan didizîn û îdia dikir ku ew bi vîrusa koronayê mirine.

Şêxo daxuyand ku Hêzên Parastina Sînor (cendirme) jî sivîl li ser sînorên Sûriye-Tirkiyê kuştin û endamên laşên wan dîzin.

Îbrahîm Şêxo bang li rêxistinên hiqûqî û navneteweyî û komîteya şopandina rastiyan kir ku derbasî Efrînê bibin da ku sûc û binpêkirinên li dijî sivîlan tên kirin û guhertina demgorafiya herêmê ji aliyê Artêşa Tirkiyê û komên girêdayî bi wê ve, eşkere û belge bikin.

Şêxo her wiha bi bîr xist ku sûcên hatine belgekirin tenê parçeyekî ji binpêkirinan in.

 

Serepeyv