Dûran Kalkan: Hikûmeta Tirkiyê dixweze her tişt ser dilê wê pêşda here lê dê wisan nebe
Yek ji fermandeyên payebilind ên PKK`ê li ser pêvajoya nû ya çareseriya mesela Kurdan li Tirkiyê bi rexneya ji siyaseta yekalî ya hikûmeta Tirkiyê got: Ser bawera min şêwaza Tirkiyê di dawiyê de wê bixitime û şikestê bixwe.
Dûran Kalkan, yek ji fermandeyên payebilind ên PKK`ê li ser pêvajoya nû ya çareseriya mesela Kurdan li Tirkiyê got: PKK`ê hemû pêngavên pêwîst ji bo pêşdabirina pêvajoya aştiyê rakirine, lê hikûmeta Tirkiyê hîna jî siyaseteka yekalî dişopîne; siyaseta ku li ser bawera wî di dawiyê de wê bixitime û şikestê bixwe.
Vî fermandê payebilind ê PKK`ê got: PKK li gorî daxwaza Ebdulah Ocalan, pêngavên mezin di rêya aştiya bi hikûmeta Tirkiyê re hilanîne, şêrr daye rawestandin, kongireya xwehilweşandinê li dar xistiye û di qonaxa herî nû da jî biryar daye hêzên xwe ji navçeyên kurdtêde yên Tirkiyê derxîne.
Kalkan hikûmeta Tirkiyê tawanbar kir ku siyaseteka yekalî diçopîne û got: Tirkiye dixweze her tişt ser dilê wê pêşda here û bixwe ti pêngavek raneke lê divê bizanibe ku dê wisan pêşda neçe.