Mijdar 21, 2025 19:32 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana dijî siyonîstan li New Yorkê

Bi hezaran welatiyên amerîkî li dijî jînosayda Rejîma Siyonîst li Xezzeyê xwenîşandan li dar xistin.

Bi dehan hezar welatiyên amerîkî û alîgirên xelkê Filistînê duh êvarê li New Yorkê xwenîşandanek li dar xistin û di vê xwenîşandanê de ku li ber kenîseyek li Menhetenê hate lidarxistin, beşdaran dirûşmeyên dijî Rejîma Siyonîst yên wekî Mirin ji bo artêşa Rejîam Siyonîst qêriyan. Hin çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku di vê xwepêşandanê de tundûtûjî derket. Siyonîst ji ber ku Kinêsêt dibin hedefa xwenîşandanên li dijî rejîma Siyonîst û cinayetên wê li Amerîkayê pir nîgeran in. Di du salên derbasbûyî de, li gelek welatên Rojavayî hevdem li gel jînosayda Siyonîstan li Zîvala Xezzê,  xwenîşandan û nerazîbûnên li dijî rejîma siyonîst hatine lidarxistin.

Serepeyv