Zêdetirî 800 gilî dijî encamên hilbijartinên Parlimana Iraqê hatine tomarkirin
Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê ragihand ku dema qanûnî ji bo tomarkirina giliyan li ser encamên hilbijartinan bi dawî hat
Komîsyona Bilind a Hilbijartinan a Iraqê herwiha aşkere kir ku di dema diyarkirî de zêdetirî 800 gilî dijî encamên gera şeşê ya hilbijartinên Parlimana Iraqê hatine tomarkirin.
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê di ragihandinekê de amaje kir ku, hejmara giliyên ku li dijî encamên gera şeşê ya hilbijartinên Parlimana Iraqê hatine tomarkirin, gihîştiye zêdetirî 800 giliyan.
Komîsyona Hilbijartinan herwisa ragihand: Duh heta saeta fermî ya dawiyê ji bo karkirinê, gilî ji me re hatine şandin.
Li gorî wê ragihandina Komîsyonê, encamên dawiyê yên hilbijartinan dê di destpêka meha bê de piştî yekalîkirina giliyan, bên ragihandin