Şêwirmendê Talibanî: Gefa lidarxistina dubare ya hilbijartina ji aliyê PDK`ê ve bimantiq nîne
Şêwirmendê Serokê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê(YNK), bi rexnekirina gefa Partiya Demokratê ji bo dubarekirina hilbijartina Parlimanê, ewê kareka bêmantiq û zexta li ser xelkê da zanîn.
Bîsitûn Fayêq, şêwirmendê Bafil Talibanî, serokê YNK`ê ragihand: Gefa Partiyê dijî YNK`ê ji bo dubarekirina hilbijartina Parlimana Herêma Kurdistanê, gefeke bêyî mantiq e.
Bîsitûn Fayêq, di hevpeyvîna bi nûçegîhana re li ser pêknehatina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê tevî birêveçûna hilbijartina parlimanî ya li Herêmê got: Mijar tenê êkiliya xwe bi wezareta navxwe ya Herêmê re tine; Hûrgîliyên zêdetir di pêvajoya pêkhatina hikûmetê de hene. Berî hilbijartinên Parlimana Iraqê, me li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Herêmê lihev nekir; Yanê di navbera Partiya Demokrat û YNK`ê de hin nakokî hene ku yek ji wan bêguman wezaretxane ye.
Wî herwiha got: Gefxwerina Partiyê ji bo dubarekirina hilbijartina Parlimana Herêma Kurdistana Iraqê, gefeke bêmantiq e û ev gefek dijî YNK û xelkê Herêma Kurdistana Iraqê ye.