Hevserokê DEM partiyê xitabî CHPê: Dijberiya desthilatê nekin dijberiya çareseriyê
Mijdar 21, 2025 16:47 Asia/Tehran
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê biryara CHP`ê ya neçûna Îmraliyê rexne kir û got: Ew hewl didin dijberiya desthilatê veguherînin dijberiya çareseriyê.
Tuncer Bakirhan helwêsta CHP`ê rexne kir û got: Divê CHP Pirsgirêka Kurdan rast bixwîne. Hêviya me ji CHP`ê ev e.
Hevserokê DEM Partiyê bal kişand ser pêvajoya çareseriyê li Tirkiyê de û got ku evê pêvajoyê bi keda gel destpê kiriye. Wî got Piştî sed salan, derfeteke nû ketiye destê me. Pêvajoyeke muzakere û diyalogê destpê kiriye û ji bilî serkeftina wê ti şansê me nîne.
Bakirhan ser pêvajoya aşitiyê li Tirkiyê got: Ev pêvajo dê ne tenê Kurdan, dê 86 milyonan li vî welatî de rihet bike. Gel diqîre û dibêje aştî.