Mijdar 21, 2025 17:47 Asia/Tehran
  • Fermandarê Artêşa Libnanê: Em di qonaxeke çarenivîsaz de ne/ Êrîşên Rejîma Siyonîst rê li ber bicihbûna Artêşa Libnanê digirin

Fermandarê artêşa Libnanê got ku welatê wî di qonaxeke çarenivîsaz ligel rejîma dagirker a Siyonîst da ye û êrîşên berdewam ên vê rejîmê ser axa Libnanê astengiyek e li pêşiya bicihbûna hêzên artêşa Libnanê li başûr.

Bi boneya salvegera 82`emîn a serxwebûna Libnanê, Fermandarê Artêşa Libnanê, Rodolf Heykel, got: Ji dema peymana rawestandina karên bi dijminatî(di navbera Libnan û Rejîma Siyonîst de) me gelek hewl da ku em xwe li başûrê Çemê Lîtanî li başûrê Libnanê bicîh bikin.

Wî her wiha got: Di nav dagirkirina axa Libnanê ji aliyê Siyonîstan ve, welatê me îro şahidê qonaxek diyarker e ku yek ji qonaxên herî dijwar ên dîroka wê tê hesibandin.

General Heykel got: Ev qonax di bin siya êrîş û destdirêjiya berdewam a rejîma Siyonîst de ye ku bûye sedema şehîdbûn û birîndarbûna hejmarek welatiyan. Ev êrîş û destdirêjiya Rejîma Siyonîst rê li ber temamkirina bicihbûna artêşa Libnanê digire û heyîtî û binavahiyên Libnanê wêran dike.

Fermandarê Artêşa Libnanê got: Hewldanên artêşê ji bo pêkanîna plana wê û xurtkirina bicihkirina xwe li başûrê Çemê Lîtaniyê û berfirehkirina serweriya hikûmetê li ser tevahiya axa welêt in. Hevgavê viya Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku ji dema agirbesa di navbera Libnan û Rejîma Siyonîst de, 331 kes di êrîşên vê rejîmê ser axa Libnanê de şehîd bûne û hejmara birîndaran gihîştiye 945 kesan. 

Berî viya, Elî Feyaz, endamê fraksiyona Emekdariya ji bo Berxwedanê li Parlimana Libnanê, hişyarî da ku rêya ku ji hêla Amerîkayê ve li ser Libnanê hatiye sepandin, li ser bingeha teslîmbûna li hember şert û mercên Amerîkayê û Rejîma Siyonîst hatiye darêştin û bi tevahî hatiye eşkerekirin û bi berçavnegirtina sazî û hêjatiyên qanûna bingehîn, serweriya neteweyî ya Libnanê kiriye hedef.

Serepeyv