Serokmeclîsên Tirkiye û Îranê li Bakûyê civiyan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i358618-serokmeclîsên_tirkiye_û_Îranê_li_bakûyê_civiyan
Serokmeclîsên Îran û Tirkiyê li rex bîstemîn Komcivîna Yekitîya Nav-parlimanî ya Meclîsên welatên endamê Saziya Hevkariya Îslamî li Bakûyê civiyan.
(last modified 2026-06-24T14:11:44+00:00 )
Hezîran 24, 2026 17:40 Asia/Tehran
  • Serokmeclîsên Tirkiye û Îranê li Bakûyê civiyan

Serokmeclîsên Îran û Tirkiyê li rex bîstemîn Komcivîna Yekitîya Nav-parlimanî ya Meclîsên welatên endamê Saziya Hevkariya Îslamî li Bakûyê civiyan.

Numan Kurtûlmûş Serokê Meclîsa Tirkiyê di vê hevdîtinê da ji ber pêşketina erênî ya gotûbêjên Îran û Amerîkayê li Swîsê kêfxweşiya xwe diyar kir û got: Tirkiyê xwazyarê wê ye ku şerrê ku Amerîka û Rejîma Siyonîst dijî Îranê dest pê kirine, di çarçoveya mafên navneteweyî da bi lihevkirineke aşitiyê ya mayînde bi dawî bibe. Serokê Meclîsa Tirkiyê herwiha tevî sersaxîxwstinê ji ber şehîdbûna hejmareke welatiyên sivîl ên îranî di pêvajoya şêrr da, nemaze candayîna 168 xwendevanan di êrişa ser dibistaneke seretayî li Mînabê, ji bo goriyan hêviya rehmeta Xwedê kir. Wî herwiha teqez kirk u gel û dewleta Tirkiyê di vî şerrê nedadmendane da li kêleka gelê Îranê rawestiyane.