Merasima birêkirina meytê şehîdên cinayetên vê dawîyê yên Amerîkayê u Rejîma Sîyonîst
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i357932-merasima_birêkirina_meytê_şehîdên_cinayetên_vê_dawîyê_yên_amerîkayê_u_rejîma_sîyonîst
Merasima rakirin u birêkirina meytê bi dehan şehîdên cinayetên vê dawîyê yên Amerîkayê u Rejîma Sîyonîst; welatîyên şehîd u hêzên emnî yên şehîdbûyî yên Îranê li Têhranê hat lidarxistin.
(last modified 2026-01-14T11:45:16+00:00 )
Çile 14, 2026 16:13 Asia/Tehran
  • Merasima birêkirina meytê şehîdên cinayetên vê dawîyê yên Amerîkayê u Rejîma Sîyonîst

Merasima rakirin u birêkirina meytê bi dehan şehîdên cinayetên vê dawîyê yên Amerîkayê u Rejîma Sîyonîst; welatîyên şehîd u hêzên emnî yên şehîdbûyî yên Îranê li Têhranê hat lidarxistin.

Bi hezaran kes ji niştecîyên Têhranê bi rakirina ala Komara Islamî ya Îranê u qêrîna durişmên ``mirin ji bo Amerîkayê`` u ``mirin ji bo Israyîlê`` di halekî da ku digirîyan, di atmosfereke xembar di vê merasimê da beşdar bûn. Niştecîyên Têhranê bi beşdarîya pirrcoş a xwe di vê merasimê da tevî dubarekirina peymana xwe tev doz u armancên Şoreşa Islamî u şehîdan, vîna xurt a xwe ji bo berevanî u berxwedana himber dijminên Îrana islamî nemaze Amerîkaya cinayetker û sîyonîsma navdewletî nîşan dan. Beşdarbûna pirrcoş a gel di merasima rakirin u birêkirina meytê hêzên emnî yên şehîd, bilî nîşandayîna zanîna qedrê şehîdan, pêgirîyeke dubare ser yekitîya pîroz û hevgirtina netewî li Îranê bû.