Pêzêşkîyan: Em muzakirê dikin, lê ji ti gefekê natirsin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i354714-pêzêşkîyan_em_muzakirê_dikin_lê_ji_ti_gefekê_natirsin
Serokomarê Îranê pêgirî kir ku em di encama gefê da desta ji mafên xwe nakişînin û got: Em li himber zorbêjîyan serê xwe natewînin.
(last modified 2025-05-17T11:27:36+00:00 )
May 17, 2025 16:44 Asia/Tehran
  • Pêzêşkîyan: Em muzakirê dikin, lê ji ti gefekê natirsin

Serokomarê Îranê pêgirî kir ku em di encama gefê da desta ji mafên xwe nakişînin û got: Em li himber zorbêjîyan serê xwe natewînin.

Mes`ûd Pêzêşkîyan îro di koma hejmareke fermande û pêsunlên Hêza Deryayî ya Îran da got: Roja îro em di warê berevanîyê da ne tenê hewcedarê alavên xweparastinê nînin belkî em dikarin xizmetên berevanîyê raberî welatên din bikin û ev sermîyana istiratêjîk ji bo siberoja welêt e. 

Pêzêşkîyan di beşeke axavtina xwe da jî got: Em yê muzkirê ne û dê muzkirê bikin, lê qet ji gefan natirsin. Dijmin ku xeyal dike dikare bi zext û tirsandinê gelê Îranê ji mafên mirovî û bêveger paşda bide, xeyaleke pûç e.

Wî herwiha got: Em sekinîne ta ku nîşan bidin dikarin bi saya şîyana navxweyî bêminet û serbixwe bijîn.