Vekirina Odeya Bazirganî ya Hevbeş a Îran û Tirkiyê li Urmiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i354278-vekirina_odeya_bazirganî_ya_hevbeş_a_Îran_û_tirkiyê_li_urmiyê
Nivîsgeha Odeya Hevbeş a Bazirganiya Îran û Tirkiyê bona birêxistinkirina çalakiyên bazirganan û geşepêdana danûstandinên bazirganiyê di navbera her du welatan de li Odeya Bazirganî ya Urmiyê hat vekirin.
(last modified 2025-04-17T11:16:01+00:00 )
Nîsan 17, 2025 13:16 Asia/Tehran
  • Vekirina Odeya Bazirganî ya Hevbeş a Îran û Tirkiyê li Urmiyê

Nivîsgeha Odeya Hevbeş a Bazirganiya Îran û Tirkiyê bona birêxistinkirina çalakiyên bazirganan û geşepêdana danûstandinên bazirganiyê di navbera her du welatan de li Odeya Bazirganî ya Urmiyê hat vekirin.

Riza Rehmanî, parêzgarê Azerbaycana Rojava di merasima vekirina vê odeya hevbeş de got: bihêzkirina hevkariyên sînorî di destûrkarê de ye û vekirina vê nivîsgehê pêngaveke girîng e ji bo berfirehkirina peywendiyên dualî.

Parêzgarê Azerbaycana Rojava bal kişand ser giringiya peywendiyên aborî li gel Tirkiyê û got: Ev parêzgeh wek deriyê bazirganiya Îran û Tirkiyê tê naskirin û hikûmet  jî piştgiriyê dide her cure karekî jibo geşeya bineszaiyên sînorî û bazirganiyê.