Beşdariya Îranê di Meşqa Deryayî ya Mîlan-2024'ê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i346720-beşdariya_Îranê_di_meşqa_deryayî_ya_mîlan_2024'ê
Dewsgirê Biryargeha Kompapûra Başûr a Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê qala beşdariya vê hêzê di Meşqa Deryayî ya Mîlan-2024'ê ya Hindê da bi papûra tevav-îranî ya Dênayê kir.
(last modified 2026-02-24T13:12:22+00:00 )
Sibat 22, 2024 14:01 Asia/Tehran
  • Beşdariya Îranê di Meşqa Deryayî ya Mîlan-2024'ê

Dewsgirê Biryargeha Kompapûra Başûr a Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê qala beşdariya vê hêzê di Meşqa Deryayî ya Mîlan-2024'ê ya Hindê da bi papûra tevav-îranî ya Dênayê kir.

Meşqa Deryayî ya Mîlan-2024'ê bi beşdariya zêdetirî 50 welatî ji wan Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê bo heyama 8 rojan li du qonaxên Berderî û Deryayî li peravên rojhilatê Hindê tê lidarxistin.

Li gorî rapora IRIB News'ê, Emîr Edmîralê Duyem Celîl Muqeddem Dewsgirê Biryargeha Kompapûra Başûr a Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Beşdariya bihêz a Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê di Meşqa Deryayî ya Mîlan-2024'ê ya Hindê da hevtûş digel peywendiyên baş û ber bi zêdebûnê digel Hêza Deryayî ya Hindê ye.