Mijdar 16, 2023 11:44 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Êrîşa Hemasê ser Rejîma Siyonîst mafê wê qanûnî ji bo berevaniya ji xwe bû

Wezîrê Karên Derve yê Îranê tevî rexnegirtina ji Amerîkayê ji ber piştevaniya ji Rejîma Siyonîst di cenga Xezeyê da, êrîşa Tevgera Berxwedana Îslamî ya Filistînê (HEMAS) ser Îsraîlê wel Mafê wê yê qanûnî jibo berevaniya ji xwe bi nav kir.

Emîr-Ebdullahiyan Wezîrê Karên Derve yê Îranê di gotûbêja bi CBS'ê da li ser Cenga Xezeyê got: Amerîkayê bi piştevaniya ji Îsraîlê ev ceng gurrtir kiriye.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê operasyona berfireh û serdegirtinê ya Bahoza Eqsayê jialiyê Hemasê va li dijî Rejîma Siyonîst wek bersivek bo 75 sal dagirkirina Filistînê ji aliyê vê rejîmê va zanî û got: Tiştê ku Hemasê pêk anî, ligorî mafê wê yê qanûnî ji bo berevaniya ji xwe bû.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê her wiha derbarê êrîşa ser leşker û baregehên leşkerî yên Amerîkayê l navçeyê ji aliyê komên berxwedêr va li pey piştevaniyên Waşîngtonê ji cinayetên Rejîma Siyonîst li Xezeyê tevî redkirina îdiaya hebûna rola Îranê d vî warî da got: Ev kom li Iraq û Sûriyê êrîşî ser berjewendiyên Amerîkayê dikin û bi xwe biryara xwe dane.

Serepeyv