Cotmeh 11, 2023 21:05 Asia/Tehran
  • Daxuyaniya Kanala Cîhanî ya Seherê têkildarî êrîşa ser ofîsên AL-Alam û Press TV'yê

Kanala Cîhanî ya Seherê bi daxuyaniyekê êrîşa Rejîma Siyonîst ser ofîsên nûçeyan ên Kanalên Al-Alam û Press TV'yê li Xezeyê şermezar kir.

Kanala Cîhanî ya Seherê bi daxuyaniyekê êrîşa ser ofîsên nûçeyan ên Kanalên Al-Alam û Press TV'yê li Xezeyê ji aliyê Rejîma Siyonîst a dagirker va şermezar kir û tekezî li ser dewama ragihandina berdewam a cinayetên vê rejîmê û fîdakariya têkoşerên Berxwedana Îslamî kir.

Naveroka vê daxuyaniyê bi vî rengî ye

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Rejîma Siyonîst a sexte piştî xafilbûna bêmînak a leçkerî-istixbaratî û wergirtina derbên giran û necebirandî ji mêrxasên Bereya Berxwedanê, bi kiryareke cinayetkarane, ofîsa hevpar a du kanalên nûçeyan ên Al-Alam û Press TV'yê li Xezeyê dan ber êrîşê da ku bi gumana xwe, rê li ber dengvedana nûçeyên mêrxasiyên xortên filistînî bigire. Vê kiryarê tevî nîşandana  taybetmendiya hovîtiyê ya vê rejîmê, bi aşkiratî hewldana wê rejîmê ji bo nixûmandina lawaziyên xwe û şikestên bêmînak ji serbzên Bereya Berxwedanê careke din ji bo gelê cîhanê îsbat kir. Kanala Cîhanî ya Seherê wek beşeke malbata mezin a Beşa Dervesînor a Medyaya Neteweyî, tevî diyarkirina hevxemiya xwe digel hevkarên xwe li du kanalên Al-Alam û Press TV'yê, hewla herî zêde ji bo ragihandina nûçeyên şerê neberanber a têkoşerên filistînî hemberî dijminê siyonîst bi awayê herî baş û aşkira daye û dilniya ye ku dewama rêya cîhad û berxwedanê dê bibe sebeba rizgariya tam a welatê Filistînê û Qudsa pîroz û jinavçûna tam a Rejîma Siyonîst a sexte.

Wel Aqibetun Lêl Muteqîn

Kanala Cîhanî ya Seherê

Serepeyv