Kanala Cîhanî ya Seherê bi daxuyaniyekê êrîşa Rejîma Siyonîst ser ofîsên nûçeyan ên Kanalên Al-Alam û Press TV'yê li Xezeyê şermezar kir.
Şirketa Setlaytan a Eutelsat’ê çend hefteyan piştî sepandina boykotên YE’yê ser PRESSTV’yê da, ragihand ku weşana vê şebekeya Îranê ya bi zimanê ingilîsî rawestand.
Kompaniya setlaytê ya Eutelsat'ê ji ber neweşandina bernameyên îranî û rûsî bi rêya vê setlaytê dê tûşî zirara çend miliyon euroyî were.
Şebekeya PRESSTV'yê di daxûyanîyekê da tevî şermezarkirina hişyarkirina vê şebekeyê bi rawestandina weşana wê ji hêla setlayta EutelSat'ê va, ragihand: PRESSTV yê dîsan dengê bêdengan be û vê qonaxê jî veguherîne defeteke nû ji bo çalakîyên xwe.
Kompaniya fransî ya setlaytê ya Eutelsat'ê çend hefte piştî sepandina boykotên Yekîtiya Ewropayê (YE) li dijî kanala PressTV'yê, weşana wê rawestand.
Mûlewî Xeyrullah endamê payebilind ê taxima gotûbêjker a Talibanê di sefera bo Îranê da di gotûbêja bi Press TV'yê da dibêje: Peywendiya me tev Komara Îslamî ya Îranê ji ber alîkarî û hevkariya me bi hev ra ye.
Rêxistina Radyo û Televîziyona Îranê kiryara Amerîkayê ya destdanîna ser domînên înternetî yên girêdayî vê rêxistinê û medyayên bereya berxwedanê wek binpêkirina aşkira ya azadiya gotinê û êrîşa li ser medyayên azad û serbixwe da zanîn û şermezar kir.
Li pey tevgera dijî azadiyê ya nû ya dewleta Amerîkayê ya astengkirina domîna berfireh a malpera kanala inglîzî ya Press TV'yê, vê kanalê ragihand ku çalakiya xwe li ser Domîna "IR" didomîne.
Facebook'ê bi îdiaya binpêkirina pîvanên vê torê ji aliyê Press TV'yê va, rûpela vê kanala nûçeyan ku zêdetir ji 4 miliyon endamên wê hebûn, bi awayê hertimî asteng kir.
Kompaniya amerîkî ya Google bo cara şeşem hisaba kanala televîziyonî ya Inglîzî ya Press TV'yê li Youtube û Gmail'ê asteng kir.