Cîgirê Sersekreterê NY’yê bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê ra hevdîtin pêk anî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i340904-cîgirê_sersekreterê_ny’yê_bi_wezîrê_karên_derve_yê_Îranê_ra_hevdîtin_pêk_anî
Cîgirê Sersekreterê NY’yê bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê ra hevdîtin pêk anî û her du alîyan di wê hevdîtinê da basa mijarên curbicur ên herêmî û navnetewî kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 25, 2023 14:08 Asia/Tehran
  • Cîgirê Sersekreterê NY’yê bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê ra hevdîtin pêk anî

Cîgirê Sersekreterê NY’yê bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê ra hevdîtin pêk anî û her du alîyan di wê hevdîtinê da basa mijarên curbicur ên herêmî û navnetewî kirin.

Cîgirê Sersekreterê NY’yê yê di Karên Mirovdostîyê da ‘Martîn Girîfîts’ îro li avahîya Wezareta Karên Derve ya Îranê bi ‘Hisên Emîr -Ebdullahîyan’ Wezîrê Karên Derve yê Îranê ra hevdîtin pêk anî û bi wî ra li ser mijarên herî girîng ên navçeyî û navnetewî gotûbêj kir.

Girîfîts berî vîya li rex civîna Konseya Mafên Merivan a NY’yê jî bi Emîr- Ebdullahîyan ra hevdîtin pêk anî.

Emîr- Ebdullahîyan di wê hevdîtinê da amajeyî mazûvanîya Îranê bo çend milyon aware û koçberên ji Efganistanê kir û got: Pêwîst e ku bi piştgirîya NY’yê bingeheke mayinde were danîn ta ku hemî pêwîstîyên wan kesana bên dabînkirin.

‘Martîn Girîfîts’ jî kêfxweşbûna xwe ji ber hevdîtina digel Wezîrê Karên Derve yê Îranê û têkilî û gotûbêjên berdewam ên digel alîyê îranî dîyar kir û meseleya awareyan di rêza girîngtirîn mijarên mirovdostîyê yên têkildarî Sûrîyê zanî.