Bihaya gazolê li Amerîkayê gihîştiye asta herî bilind
Îlon 23, 2026 18:35 Asia/Tehran
Bihaya gazolê li seranserî Amerîkayê gihîştiye asta herî bilind û plana hikûmetê ji bo qedexekirina hinardekirina wê bêbandor e.
Kanala televîzyonê ya CNN’ê di raporekê da ragihand: Hevdem ligel berdewambûna têkçûnê di zincîreyên dabînkirinê da ji ber aloziyên li Rojhilata Navîn, bihaya gazolê li seranserî Amerîkayê gihîştiye asta herî bilind, bihaya sotemeniyê di vê salê da zêdeyî %83 bilind bûye û çaverêtî heye ku meztirîn zêdebûna salane ya dîrokê tomar bike. Karzan hişyarî didin ku daketina dem-kurt a bihayê li benzînxaneyan dibe ku bi berdêleke giran bi dawî bibe.