Artêşa Rûsyayê êrişên şevê birine ser binesazîyên Ukraynê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i360496-artêşa_rûsyayê_êrişên_şevê_birine_ser_binesazîyên_ukraynê
Artêşa Rûsyayê binesaziyên pîşesazîya berevaniyê, binesaziyên enerjîyê û embarên alavên leşkerî yên Ukraynê kirin armanc.
(last modified 2026-09-23T15:06:41+00:00 )
Îlon 23, 2026 18:36 Asia/Tehran
  • Artêşa Rûsyayê êrişên şevê birine ser binesazîyên Ukraynê

Artêşa Rûsyayê binesaziyên pîşesazîya berevaniyê, binesaziyên enerjîyê û embarên alavên leşkerî yên Ukraynê kirin armanc.

Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê ragihand: Hêzên çekdar ên vî welatî di dewama êrişên xwe yên şeva borî ser armancên leşkerî li seranserî axa Ukraynê da, navendên lojîstîkî, saziyên navenda pîşesazîya leşkerî û beşa sotemenî û enerjîyê û herwiha keştiyên ku di xizmeta berjewendîyên hêzên çekdar ên Ukraynê da bûn, kirine armanc. Di daxûyanîya vê wezaretxaneyê de hatiye tekezkirin ku hemî armancên navborî bi rêya bikaranîna xwefirrên êrişker hatin armanc kirin. Herwiha bergiriya asimanî di dirêjahiya şevê da 514 xwefirr li ser navçeyên Rûsyayê jorda xistin.