Pizişkîyan: Em dê bi awayekî xurt ji helwestên Îranê berevanîyê bikin 
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i360462-pizişkîyan_em_dê_bi_awayekî_xurt_ji_helwestên_Îranê_berevanîyê_bikin
Serokomarê Îranê berî birêketina ber bi New Yorkê va ya bi merema beşdarîya di 81emîn Civata Giştî ya NY got: Amadebûna li Civata Giştî ya NY derfetek ji bo ravekirina helwestên Komara Islamî ya Îranê, şirovekirina rastîyên navçeyê û gîhandina dengê gelê Îranê bo raya giştî ya cîhanê ye. 
(last modified 2026-09-23T13:21:42+00:00 )
Îlon 22, 2026 18:24 Asia/Tehran

Serokomarê Îranê berî birêketina ber bi New Yorkê va ya bi merema beşdarîya di 81emîn Civata Giştî ya NY got: Amadebûna li Civata Giştî ya NY derfetek ji bo ravekirina helwestên Komara Islamî ya Îranê, şirovekirina rastîyên navçeyê û gîhandina dengê gelê Îranê bo raya giştî ya cîhanê ye. 

Mes`ûd Pizişkîyan Serokomarê Îranê berî birêketina ber bi New Yorkê va ya bi merema beşdarîya di 81emîn Civata Giştî ya NY got: Ev civata bi durişma ``pêbawerîyê`` tê lidarxistin; di halekî da ku di piratîkê da, isûl, qirarên hiqûqî û navdewletî ji wan mafên gelan u merivan, di hin haletan da bi hegera sûdmendbûna hin zilhêzan ji emrazên sîyasî, leşkerî u aborî nayên berçavgirtin.
Serokomarê Îranê herwiha amajeyî rabhorîya bêsozî û peymanşikênîyên Amerîkayê di muzakire û rêkevtinameyan da kir û got: Îranê bi caran muzakire kirîye u hin rêkevtiname jî hatine wajokirin, lê tevî sozdayînê, alîyê beranber bi rehetî rêkevtiname u sozên xwe binpê kirîye. 
Pizişkîyan herwiha got: Heke cîhan bi dû aştî u ewlehîyê ye, divê rêz li mafên gelan u merivan bê girtin û ti kes nikare bi palpiştîya desthilat u zorê welatan neçarî qebûlkirina daxwazan bike.
Pizişkîyan herwiha ji ber êrişa ser sivîl, mal, nexweşxane û navendên giştî yên li herêmê rexne kir u xwest ku civaka cîhanî bi awayekî ciddî bala xwe bide ser rastîyên meydanî û rewşa gelê Xezzeyê. 
Serokomarê Îranê pêgirî kir ku zextên sîyasî, aborî u medyayî yên dijî Îranê bi merema birêxistina nakokîyê u lawazkirina hevgirtina navxweyî tên şopandin; lê gelê Îranê bi yekitî û hevgirtinê, yê himberî zextên hanê raweste û Komara Islamî ya Îranê li civakên navdewletî bi xurtî ji helwestên xwe berevanîyê dike.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê jî berî seredana xwe ya New Yorkê got: Ev seredana piştî êrişa necamêrane ya Amerîkayê u Rejîma Sîyonîst ser welatê me u alugurên piştî wî u di rastîyê da rewşa ku fenanî rewşa şêrr didome, pêk tê. Asayî ye ku armanca me ya herî girîng amadebûna li civateke navdewletî ji bo berevanîya ji mafdarbûn, maf u berjewendîyên gelê Îranê ye ku mezlûmbûna gelê Îranê, şehîdên Îranê, şehîdên Dibistana li Mînabê u di serê wan da ya rêberê şehîd ê me were gotin.