Serleşker Rezayî: Îranê hevkêşîyên hêzê li navçeyê guhertine û Amerîka biriye jêr pirsê
Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehîya Neteweyî bi gotina vê yekê ku heta beriya vebûna Tengava Hormizê divê heft mercên Îranê bên bicihanîn, hişyarî da welatên cîran û got: Heke hûn rê li ber firînên Îranê bigirin, dê rê li ber firînên we jî were girtin.
Serleşker Muhsin Rezayî tevî rexnekirina gotinên Donald Trump li NY’yê got: Trump wek tawanbarê cinayetkar û têkçûyîyê ku bi van gotinan dixwaze berevanî ji xwe bike, di rastîyê da li NY’yê jî li dû bandorkirinê li raya giştî ya cîhanê ye. Trump li welatê xwe jî rastî sersariya medyayên Amerîkayê tê û medyayên Amerîkayê nirxê nadin gotinên wî. Rezayî got: Trump li NY’yê dixwaze bandorê li raya giştî ya cîhanê bike, di halekî da ku mezintirîn daketina asta hebandîbûna serokkomarên berê di karnameya Trump da hatiye tomarkirin. Kesekî wisa dixwaze derbarê çêkirina raya giştî ya cîhanê li dijî Îranê biaxive. Amerîka di rûbirûbûna vê dawîyê bi Îranê ra rastî zirar û têkçûnê hat û nekarî armancên xwe yên ragihandî pêk bîne. Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehîya Neteweyî, şiyana mûşekî û xwefirrî ya Îranê û armancgirtina alavên leşkerî yên Amerîkayê wek nîşaneyên zêdebûna şiyana bergîrîyê ya welêt bi nav kir. Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehîya Neteweyî ya Îranê got: Di meseleya terorîzmê da jî Trump û Netanyahu tundtirîn terorîzm pêk anîne. 25 hezar zarok li Xezze, Filistîn, Libnan û Îranê hatine kuştin û li hemberî vê, zarokên me li dibistanan hatin şehîdkirin. Ji ber vê yekê, girêdana terorîzmê bi gelê Îranê ra, di rastîyê da berevaniyek ji hêla tawanbarekî cinayetkar va ye.