Adar 30, 2023 16:13 Asia/Tehran
  • Wekîla Îranê li NY: Guherîna av û hewayê qeyrana hevpar a hemî welatî ne

Balyoz û Cîgira Wekîlê Komara Islamî ya Îranê li NY dîyar kir ku guherîna av û hewayê qeyrana hevpar a hemî welatî ne û ji ber bêsozîya welatên pêşketî himber guherînnê av û hewayê heyf û mixabinîya xwe nîşan da.

Balyoz û Cîgira Wekîlê Komara Islamî ya Îranê li NY Zehra Êrşadî`yê piştî pesendkirina biryarnameyeke vê rêxistinê di axavtinekê da got ku guherîna berfire ya av ûhewayê dikare pêşketina mayinde ya hemî welatan lawaz bike, dîyar kir: Sedema heyf û mixabinîyê ye; welatên pêşketî ku erka dîrokî ya vê qeyrana nû ya cîhanî ser milê wan e, bi sepandin an bicihneannîa sozên xwe nemaze yên himberî welatên di halê pêşketinê da, berpirsyarîyên xwe yên navnetewî berçav nagirin.

Irşadî`yê herwiha got: Bilî nebûna pêşketin û teknolojîyê, kêmasîya zanista teknîkî û çavkanîyên darayî yên pêwîst, boykotên neqanûnî yên yekalî berbenda herî giring ser rêya welatan di warê cihanîna sozên têkildarî jîngehê da ne.

Balyoz û Cîgira Wekîlê Komara Islamî ya Îranê li NY herwiha got: Welatên pêşketî ku rola herî zêde di guherînên av, hewa û jîngehê da hebûne, divê bi bicihanîna ciddî ya sozên xwe di vî warî da bibin alîkar û ji bo sekinîna himberî wan guherînan alîkarîyê bidin welatên di halê pêşketinê da.