May 10, 2025 21:09 Asia/Tehran

Rêberê Giranqedr ê Şoreşa Îslamî got ku karker yek ji istûnên sereke yên bihêzbûn û qaweta civakê û sermayeya sereke ji bo pêkanîna dirûşma salê li welêt yanê sermayeguzariya ji bo hilberînê ne.

Hezretê Ayetullah Xamineyî, Rêberê giranqedr ê Şoreşa Îslamî, vê sibê di hevdîtina bi hezaran karkeran re bi boneya Hefteya Kar û Karkeran li Îranê,  pêkanîna dirûşma sermayeguzariya ji bo hilberînê girêdayî bi baldariya cidî ser karkeran wekî sermayeya herî girîng a karkirinê  û yek ji istûnên  bihêzbûn û qawet û mayîndetiya civakê da zanîn û tekezî ser pêwîstiya misogerkirina ewlehiya kar û ewlehiya karkeran, zêdekirina pisportiyê û pişikdarkirina karkeran di qazanca hilberînê kir.

Hezretê Ayetullah Xamineyî her wiha bal kişand ser cinayet û kuştina hovane ya xelkê Xezze û Filistînê bi destê Rejîma siyonîst ve ku bi piştgiriya Amerîka û Inglîzê berdewam dike û tekez kir: Divê gel dijî Rejîma Siyonîst û piştgirên wê rawestin û nehêlin ku doza Filistînê were jibîrkirin.

Hezretê Ayetullah Xamineyî di beşa dawî ya axaftina xwe de, bal kişand ser siyasetên bi xerez ên ku dixwazin doza Filistînê bidin jibîrkirin û tekez kir: Divê gelên misilman rê nedin ku raya giştî bi rêya dengoyên cûrbecûr û axaftinên  pûç û bêwate ji doza Filistîn û Xezeyê û cinayetên Rejîma Siyonîst dûr bibin.

Wî berxwedana cîhanê li himberî rejîma siyonîst û piştgirên wê girîng da zanîn û got: Amerîka bi temamî piştgiriyê dide rejîma siyonîst û her çend di cîhana siyasetê de hin gotin têne kirin ku reng e bi awayên cûrbicûr werin şîrovekirin  lê rastî ew e ku gelê mezlûm ê Filistîn û Xezeyê ne tenê bi Rejîma Siyonîst re rû bi rû ne, lê di heman demê de bi Amerîka û Inglîzê re jî rû bi rû ne û li şûna ku pêşiya cinayet û kuştin û jînûsaydê bigirin, bi şandina çek û sîlehan destekê didin cinayetkaran.

Serepeyv