Dewra çaremîn a muzakirên Îran-Amerîkayê
Çaremîn dewûra muzakirên nerasterast di navbera Îran û Amerîkayê de, bi serokatiya Eraqçi û Wîtkaf û bi navcîtiya Wezîrê Derve yê Omanê, li Mesqetê hat lidarxistin.
Gotûbêjên nerasterast di navbera Îran û Amerîkayê de îro piştî nîvro, yekser piştî gihîştina şanda Komara Îslamî ya Îranê bo cihê muzakiran û hevdîtina Seyîd Ebas Eraqçî û hevtayê wî yê Omanî, Bedr El-Bû-Seîdî, dest pê kir. Gera çaremîn a gotûbêjên nerasterast di navbera Eraqçi û Wîtkaf li Mesqetê di halekê de bi dawî hat ku berdevkê Wezareta Karên Derve Îsmaîl Beqaî di tora X-ê dedestnîşan kir:Îran pir micid e ku li gorî Peymana Belavnekirina Çekên Atomî, mafên xwe yên rewa ji bo bikaranîna aştiyane ya enerjiya navokî bişopîne, çawa ku tam amade ye hevkariyên xwe yên dîplomatîk bidomîne da ku derbarê mahiyeta aştiyane ya bernameya xwe ya navokî pêbaweriyan bide.Beqayî destnîşan kir: Em hevdem micid in ku hewldanên xwe ji bo rakirina boykotên neqanûnî û nemirovane yên ku demek dirêj e li ser gelê Îranê hatine sepandin,bidomînin.Îsmaîl Beqayî got: Muzakire zehmet lê kêrhatî bûn û ji bo têgihîştina helwestên hevdu û peydakirina rêyên maqûl û real ji bo çareserkirina pirsgirêkan.dem û cihê dewûra ku tê ya gotûbêjan dê ji hêla hewahenkerê Omanî ve were ragihandin.