Xezze şahidê qeyrana herî giran a xwerinê li Cîhanê û êşek ku nayê wesifkirin e
Rêxistina Cîhanî ya zêrevaniya li ser Birçîtiyê ragihand hemû xelkê Xezzê li ber Xela û birçîtiyê ne.
Rêxistina Çavdêra Cîhanî ya li ser Birçîtiyê di raporekî de ragihand xelkê Xezzê bi qetera qeyranî ya xelayê re rûbirû ne û ya ku li Xezzê diqewime yek ji qeyranên herî xirab ên ji hêla xwerinê ve di cîhanê da ye û êşek e ku nayê wesifkirin.
Vê rêxistinê di dewamê de ragihand, girtina pêşiya şandina kelmelên bingehîn û alîkariyê ser Zîvala Xezzê, îhtimala xelayê zêde dike. Pêkanîna agirbesa lezgîn û bêyî şert û merc li Xezzê ji bo kêmkirina xetera xelayê, mijareke pirr girîng e. Di vê raporê de hatiye: Divê derbasbûna alîkariyên mirovdostane bo Xezzê bêyî ti berbendekî, bi awayekî ewleh, bi istiqrar û mayinde were garantîkirin; Herwiha divê hêzên alîkarîgihandinê li Xezzê bikaribin alîkariyên mirovdostane di ewlehiya tam û bêyî berbend raber bikin.
Ji hêla din ve Rêxistina Navnetewî ya Aksfamê ragihand ku xelaya li Zîvala Xezzê bi qest û pilandarêştî ye û ev yeka bûye sedem gelek filistînîyên vê navçeyê bikevin ber birçîtiyê.