May 12, 2025 17:16 Asia/Tehran

Partiya Karkerên Kurdistana Tirkiyê(PKK) îro hilweşîna xwe ragihand û dawî li çalakiyên xwe yên çekdarî anî.

PKK piştî kongireya xwe ya 12`an ku ji 5 heta 7`ê Gulanê di du navçeyên li Herêma Kurdistana Iraqê de hatibû lidarxistin îro di daxuyaniyeka fermî de ragihand pêispartiya wê ya dîrokî bi dawî hatiye hema ji ber viya hilweşandina xwe û danîna çekan û sekinandina pevçûnên bi çek ên bi Tirkiyê re radigihîne.

PKK`ê di daxuyaniyekî de ragihand kongireya me tevî rewşa dijwar a dewama pevçûnan, dewama êrişên hewayî û bejahî yên Tirkiyê, dorpêçkirina navçeyên me û dewama boykotên Partiya Demokarat a Kurdistana Iraqê  dijî me, bi awayekî ewleh û bi beşdariya 232 nuneran hat lidarxistin û em îro radigihînin ku ji îro pê ve çalakiyên ku ser navê PKK`ê cih dihatin, bi dawî hatine. Di kongireya 12`an a PKK`ê de hin biryar li ser hilweşandina nijyara rêkxistina PKK`ê û bi dawîanîna şêwaza şerrê çekdarî hatin dayîn û bi vî awayî çalakiyên ku ser navê PKK`ê cih dihatin, ji îro pê ve bi dawî hatine.

Her çend medya û şirovekir xwehilweşandina PKK`ê û bidawîhatina şerrê çekdarî yê vê komê derfeteka kêmînak ji bo bi dawîanîna çend dehsalan şideta li başûra rojhilata Tirkiyê û destpêbûna demeka nû li peywendiyên hikûmeta Tirkiyê bi Kurdan re nirxandine, lê ev pirsa dikeve rojevê ku wê çarenivîsa baskên ser bi PKK`ê çawan be? 

Di van salên derbasbûyî de liv û tevgerên komên ku ji PKK`ê cida bûne, gelek bê ewlehîtî li navçê pêk anîne lê serokên PKK`ê di daxuyaniya hilweşandina vê partiyê da  qet basa vî yekî nekirine. Gelo serokên PKK`ê bi taybet serokên wê yên ku şêr dixwezin li dahatiyê de jî liv û tevgerên xwe yên bê ewlehkir bi alîkariya hema van komên ku ji PKK`ê cida bûne, bidomînin.

Serepeyv