Pêgîriya serokomarê Iraqê li ser berfirehkirina hevkariyên dualî bi Îranê re
Serokomarê Iraqê li hevdîtina bi balyozê komara Îslamiya Îranê re li Bexdayê daxwaza kûrkirina hevkariyên hevpar ên di welatan ji bo sekinîna li hember pirsgirêkên navçeyî kir.
Sbduletîf Cemal Reşîd, serokomarê Iraqê îro li Koşka El Selam a Bexdayê mazûvaniya Mihemed Kazim Alê Sadiq, balyozê Komara Îslamiya Îranê li Iraqê kir.
Di vê hevdîtinê de serokomarê Iraqê li ser girîngiya berfirehkirina hevkariyên hevpar di navbera Bexda û Têhranê di warên curbicur de pêgîrî kir û daxwaza hevahengiya zêdetir a dinavbera du welatan de ji bo sekinîna li hember pirsgirêkên navçeyî û navnetewî kir.
Balyozê Komara Îslamiya Îranê jî hez û meyla Têhranê bona berfirehkirina peywendiyên bi Bexdayê re diyar kir û li ser dewama hevkarî û şêwirînên dualî di mijarên ku her du alî lê hez dikin, pêgîrî kir.