Rayedarê payebilind ê îranî: Gotinên Wîtkaf şik û bêbaweriya îraniyan bo Amerîkayê piştrast kirin
Rayedarekî siyasî yê payebilind ê îranî got: Gotinên vê dawiyê yên Stîv Wîtkaf, nûnerê Amerîkayê di muzakirên nerasterast bi Îranê re, şik û bêbaweriya îraniyan bo Amerîkayê piştrast kirin.
Rayedarekî payebilind ê îranî di hevpeyvîna bi Press TV`yê re : Gotin û îdiayên vê dawiyê yên Wîtkaf nîşan didin ku Amerîka hhînî siyasetên zexta herî zêde û kiryarên îzakirinê li dijî gelê Îranê bûye. Ev helwest ne tenê demdemîbûna biryarderên amerîkî nîşan dide, belku di heman demê de vê gumanê jî xurt dike ku aliyê amerîkî di bin bandor û hizrên Nêokan û Netanyahû de ye.
Vî rayedarê îranî herwiha got, helbet hin kes ser vê bawerê ne ku hemû kiryar û helwestên Amerîkayê yên derbarê bernameya navokî ya Îranê de ji destpêkê ve nimayişek bûn ji bo rewakirina zextên zêde û dijminatiya zêdetir, lewma Komara Îslamî ya Îranê bi reşbînî û baldarî, lê bi nêta xêrê ket vê pêvajoyê û heta niha îstedmbûna xwe selimandiye.