Adar 30, 2023 16:09 Asia/Tehran
  • Serokerkantîya Hêzên Çekdar a Îranê: Hemî bijareyên dijmin ên leşkerî û sîyasî himberî gelê Îranê tûşî işkestê bûne

Serokerkantîya Hêzên Çekdar a Îranê bi daxûyanîyeke bi boneya Roja Komara Islamî da ragihand: Hemî bijareyên dijmin ên leşkerî, emnî, sîyasî û çandî himberî gelê Îranê tûşî işkestê bûne.

Serokerkantîya Hêzên Çekdar a Îranê bi daxûyanîyeke bi boneya Roja Komara Islamî da  amajeyî vê yekê kir ku hemî bijareyên dijmin ên leşkerî, emnî, sîyasî û çandî himberî gelê Îranê tûşî işkestê bûne, dîyar kir: Dijminan û di serê wan da rejîma terorîst a Amerîkayê û sîyonîzma navnetewî bi xeyaleke pûç, fikir dikirin ku bi birêxistina şerê hevdudanî û kaşkirina hogirên xwe nav kolanan û têkbirina ewlehîya giştî ya gel, dê bikaribin cîgeha gelanî ya pergala Komara Isalmî sist bikin, lê pişikdarîya bi milyonan kes ji welatîyên agah, berxwedêr û egît ên îranî di merasima Roja Serkevtina Şoreşa Islamî di roja 11ê Sibatê da nîşan da ku hesabên dijminan şaş bûne.