Îran di warê kanên sifrê di rêza pêncan a cîhanê da ye
Adar 29, 2023 17:07 Asia/Tehran
Rêvebirê Şirketa Netewî ya Sifira Îranê ragihand ku Komara Islamî di warê kanên sifirê yên keşifbûyî di rêza pêncan a cîhanê da ye.
Rêvebirê Şirketa Netewî ya Sifira Îranê Elî Rustemî amajeyî potansîyelên Îranê di warê sifirê da kir û got: Li Îranê 19 milyard ton maddeya kanza ya sifirê hatîye keşifkirinê û bi vî awayî Îran di rêza pêncan a cîhanê da ye.
Li gorî gotina Rêvebirê Şirketa Netewî ya Sifira Îranê, Îranê ji bo 200 salên din sifira zimhêr a keşifbûyî heye.
Wî herwiha got ku ev asta sifirê tenê encama sedî 7ê keşfa kanên sifirê da bûye û îsal yê planên keşifkirinê bên berfirekirin.
Li gellek parêzgehên Îranê imkana keşifkirina kanên sifirê heye.