Adar 29, 2023 09:46 Asia/Tehran
  • Kenanî: Israyîl tenha ciyek e ku Amerîka ji dil sozdarê ewlehîya wir e

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Islamî ya Îranê got: Israyîl tenha ciyek e ku Amerîka ji dil û can sozdarê dabînkirina ewlehîya wir e.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Islamî ya Îranê Nasir Kenanî wek berteka himberî
dilnigeranbûna Konseya Ewlehîya Netewî ya Amerîkayê ji ber rewşa Israyîlê ya di van rojên dawîyê
da, li rûpela twîterê derbara rewşa nika ya erdên dagirbûyî yên Filistînê û dilnigeranbûna rayedarên
amerîkî ji ber vê rewşê nivîsî: ``Zirrbavê Rejîma Sîyonîst ku ji ber qeyrana giran a ku ew rejîma daye
ber xwe dilnigeran e, dibêje: Amerîka ji rêvebirên Israyîlê dixwaze ku zûtirkê lihev bên, ji ber ku ev
baştirîn rê bo Israyîlê û welatîyên wî ji bo derbasbûna ji vê qonaxê ye.``
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Islamî ya Îranê herwiha got: Israyîl tenha warek e ku
Amerîka ji dil ûcan sozdarê dabînkirina ewlehîya wir e.