Adar 28, 2023 15:44 Asia/Tehran
  • Îranê helwesta xwe têkildarî xwenîşandanên li Filistîna Dagirbûyî aşkira kir

Wezareta Karên Derve ya Komara Islamî ya Îranê helwesta xwe derheq pêla berfire ya nerazîbûn, xwenîşandan, pevçûnên navxweyî û gêreya sîyasî ya bêmînak di navbera dagirkerên Qudsê da nîşan da.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Islamî ya Îranê Nasir Kenanî di twîtekê da nivîsî: Hewla Serokwezîrê cinayetker ê rejîma Israyîlê ji bo zêdekirina desthilat û hêzê û mayîna xwe, careka din nakokî û qeliştên hundurê civaka sîyonîstan bi dû nerazîbûn û pevçûnên li kolanan ên di navbera dagirkeran da ku yên herî bêmînak in, aşkira kir.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê herwiha got: Tişta pêkenî ew e ku Amerîka û Ewrûpa nemaze Ingilîs hela jî bi pîneya demokirasîyê piştgirîyê didin rejîma dagirker û apartaydê.