Reyîsî: Sîyaseta Îranê ya derve ser bingeha hevsengîya di peywendîyên digel hemî welatan da ye
Serokê Komara Islamî ya Îranê pêgirî kir:Sîyaseta Îranê ya derve ser bingeha hevsengîya di peywendîyên digel hemî welatan da ye.
Serokê Komara Islamî ya Îranê Seyîd Ibrahîm Reyîsî îro li kombûna seranserî ya rêvebirên beşên hikûmî ``sîyaseta navxweyî ya hikûmeta xwe girêdayîyê potansîyelên berfire û mezin ên navxweyî û sîyaseta derve ya hikûmeta xwe jî ser bingeha hevsengîya di peywendîyên digel hemî welatan da zanî.
Reyîsî herwiha got: Me bi hemî welatên cîhanê ra bi awayekî hevseng têkilî heye, lê me ti dema meseleyên welêt bi xulk an kenîya çend welatan va girênedaye û roja îro her welatê ku bixwaze bi Komara Islamî ra danuistandinê bike, zemîneya vê yekê pêk hatîye.
Reyîsî herwiha got: Heta nika gellek rê hatine vekirin û tevî hewla dijmin yê gellek rêyên din jî bên vekirin.