Adar 27, 2023 14:46 Asia/Tehran
  • Gotûbêja Wezîrên Karên Derve yên Îran û Erebistanê têkildarî lihevkirina her du welatan

Wezîrên Karên Derve yên Komara Islamî Îran û Erebistanê şeva buhurî dawîn rewşa lihevkirna Têhran- Rîyazê hilkolandin.

Wezîrên Karên Derve yên Komara Islamî Îran û Erebistanê di vê peywendîya telefonî da derheq civîna dualî ya di meha bibmarek a Remezanê da rawêjkarî kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê Hisên Emîr- Ebdullahîyan û Wezîrê Karên Derve yê Erebistanê Feysel Bin Ferhan di vê peywendîya telefonî da demajoya avaker a peywendîyên her du welatan û rêyên berfirekirina peywendîyên dualî jî hilkolandin.

Peywendîyên Îran û Erebistanê piştî lihevkirna her du welatan a vê dawîyê li Pêkenê, ketine qonaxeke nû û gellek çavdêr ser vê bawerê ne ku vejîyandina peywendîyan di navbera Îran û Erebistanê wek welatên mezin ên herêmê dê bandoreke erênî li hemî herêmê bike.