Çile 07, 2023 15:44 Asia/Tehran
  • Çapkera Sêrehendî ji bo berhemanîna parçeyên balefiran li Îranê

Rêveberê Giştî yê Ofîsa Dahênan û Teknolojiyê ya Wezareta Pîşe, Maden û Bazirganiyê ya Îranê bal kişande ser damezirandina 25 konsorsyûmên teknolojiyê li nav welêt bi beşdariya zanîngehan û got: Binkeyên pîşeyî têgihîştineke durist ji lêkolîn û pêşketinê tunene; ji bo vê yekê me hin projeyên pêşderbir dane nasandin ku biryar e ev proje bi beşdariya aliyên pîşeyî û zanîngehan bi cih bên.

Li gorî rapora ISNA'yê, Elî Babayî Rêveberê Giştî yê Ofîsa Dahênan û Teknolojiyê ya Wezareta Pîşe, Maden û Bazirganiyê ya Îranê di roja dawiyê ya komcivîna durojî ya serokên zanîngeh, lêkolîngeh û Parkên Zanist û Teknolojiyê da ku li Rêxistina Lêkolînên Zanistî û Pîşeyî ya Îranê hat lidarxistin, tevî tekeziya li ser vêya ku gellek ji binkeyên pîşeyî têgihîştineke durist ji lêkolîn û pêşketinê tunene, got: Me ji bo vê mebestê hin projeyên pêşdebirr dane nasandin ku dikarin amaje bi babetên xwarê bikin:

  • Berfirehkirina veguhestina elektronîkî û xweajo
  • Hişmendkirina keşfkirin û behrewergirtin ji madenên Îranê
  • Berfirehkirina teknolojiya Elektronîk û Mîkro-elektronîk
  • Berfirehkirina teknolojiyên têkildarî malên jîr û Hişê Çêkirî (Artificial intelligence)
  • Berfirehkirina teknolojiyên di warê av û enêrjiyê da
  • Zêdekirina asta çêkirina alavên laboratiwarî û pizîşkî
  • Berfirehkirina teknolojiya nûjen di veguhestina asimanî da
  • Berfirehkirina teknolojiyên nûjen têkildarî pîşeyên çandî û afirîner
  • Berfirehkirina teknolojiya nûjen di pîşeyên xwaremeniyê da

Babayî bi gotina vêya ku heta niha 25 konsorsyûm hatine damezirandin, got: 'Berfirehkirina Teknolojiyê' û 'Pîşeyî ya Hallow Fibera Pizîşkî' didu ji van konsorsyûman in; ji ber ku em her sal 9 miliyar tomar Hallow Fiber ji bo nexweşên dîyalîzî ji derveyî welêt dikirrin.

Wî 'Analîza Wêneyên Pizîşkî li gorî Hişê Çêkirî' û Pergalên PACS'ê wek konsorsyûmên din ên damezirandî bi nav bir kirin û got: Diqeta pêderxistinê ji pirsgirêkên warê pizîşkî ye ku bi rêya bikaranîna Hişê Çêkirî, diqeta pêderxistinê tê xurtkirin.

Li gorî gotina Babayî, Zanîngehên Emîr-Kebîr û Şehîd Bihiştî ji endamên vê konsorsyûmê ne.

Li gorî gotina Rêveberê Giştî yê Ofîsa Dahênan û Teknolojiyê ya Wezareta Pîşe, Maden û Bazirganiyê ya Îranê, konsorsyûmên din bi vî awayî ne:

  • Dîzaynkirin û çêkirina kamyonên madenê (dump truck) bi beşdariya Zanîngeha Şerîf
  • Dîzaynkirin û çêkirina Çîp Mîkrokontroler ji bo bikaranînên pîşeyî bi beşdariya Zanîngeha Tewrêzê
  • Çêkirina Çapkera Sêrehendî ji bo berhemanîna parçeyên balefiran bi beşdariya Zanîngehên "Pîşeyî ya Îsfehanê" û "Malik Eşter"ê
  • Berhemanîna Soapa pêderxistina bilez a lewitîna mîkrobî bi beşdariya Zanîngeha Terbiyet-Moderris a Tehranê

 

Serepeyv