Cotmeh 27, 2025 17:20 Asia/Tehran
  • Beqayî: Amerîka û hin hevpeymanên wê binpêkerên herî mezin ên rêziknameya NY ne

Berdevkê Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê, bal kişand ser vê yekê ku NY sembol û nîşana derswergirtina mirovan ji êş û azarên berê ye, Amerîka û hin hevpeymanên wê binpêkerên herî mezin ên rêziknameya NY dan zanîn.

Îsmaîl Beqayî, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê, di merasima 80 -emîn salvegera damezrandina NY de got: Îran piştgirê dayimî yê aştî û aramiyê û berevaniya  ji rêziknameya NY ye û wekî endamekî berpirsiyar û bibandor di berevaniya ji rêziknameya NY de tevgeriyaye, eva di halekî de ye ku Amerîka û hin hevpeymanên wê binpêkerên herî mezin ên rêziknameya NY ne.

Beqayî diyar kir: Mixabin, armancên rêziknameya NY ketiye ber binpêkirin û  bêrzêiya aliyên ku nekarîne xwe ji xeyala serdestîxwaziyê rizgar bikin û mixabin, cîhana me bi kabûsa şerên bêdawî re rû bi rû ye û rûmeta mirovan dibe goriyê xerez û nêtên xirab.

Serepeyv