Îlon 24, 2022 00:16 Asia/Tehran
  • Meşa li dijî alozî, bêewlehîtî û binpêkirina nirxan li Tehran û seranserî Îranê

Nimêjker û çîn û qatên gel li şaristanên seranserî Îrana Îslamî û Tehranê roja Înê piştî xwendina Nimêja Înê, li dijî alozî, bêewlehîtî û binpêkirina nirxan meşiyan.

Êrîşa ajawegêran li ser mal û heyîtiyên gelemperî û kesane û parêzvanên ewlehiyê bi behaneya canjidestdana Mehsa Emîniyê, şeva derbasbûyî li Tehranê û çend bajarên din ên Îranê berdewam bûn.

Di van aloziyan da erebeyên alîkarîgihan, ambûlans û erebeyên agirvemirandinê jî ketine ber van êrîşan; bi awayekî ku heta niha çend kes ji pisporên pizişkî û memûrên vî warî birîndar bûne û li nexweşxaneyê hatine razandin. 61 ambûlans jî hatine xerekirin.

Her wiha hejmareke hêzên ewlekariyê ku ji bo pêşîgirtin li xerakirina mal û heyîtiyên gelemperî ketibûn tevgerê, ji aliyê ajawegêran va şehîd bûn.

Tevî van kiryarên xerabker ji aliyê hejmareke hindik a alozîçêkeran û hewildana medyayên dijber ji bo tehrîkkirina raya giştî, îro (În) rewşeke aram li seranserî Îranê tê ragihandin.

Di vî warî da, piştî xwendina nimêja Înê, nimêjkeran li şaristanên cûr bi cûr ên Îrana Îslamî ji bo şermezarkirina kiryarên ajawegêran meşek li dar xist.

Li gorî rapora ISNAyê, Beşdarên meşê bi bilindkirina hin dirûşmeyan, alozî, bêewlehîtî û binpêkirina nirxan şermezar kir.

Di dawiya vê meşê da, daxuyaniya dawiyê ya xwenîşandana mezin a gelê Îranê ji bo şermezarkirina komplogeran û bêrêziya li pîrozweriyên dînî û binpêkirina nirxan hat xwendin.

 

Serepeyv