Pêşnimêja Înê yê Têhranê: Welatên Ewropî nabe ku berjewendîyên netewên xwe bikin qurbana Rejîma Siyonîst
Pêşnimêja înê yê Têhranê şîret li welatên ewropî kir ku berjewendiya neteweyên xwe nekin qurbana berjewendiyên ne rewa yên hakimên Amerîka û Rejîma Siyonîst.
Pêşnimêja înê yê Têhranê hucetul-îslam wel-muslimîn Sd. Muhemed Hesen Ebû Turabîferd amaje bi nêzîkbûna destpêkirina gotûbêjên koma 4 + 1 li gel nûnerên Komara Îslamî ya Îranê kir û got: Îro her lêkolînerekî siyasî baş dizane ku di pêşerojeke ne dûr de Rejîma Siyonîst li navça Filistînê û cîhana îslamê namîne û welatên ewropî jî berjewendiyên netewên xwe li rejîmek ku tevn û binsaziya wê li ber hilweşînê ye girênedin, ger berevajî vê yekê bikin ewê şaşitiyeke mezin bikin.
Pêşnimêja înê yê Têhranê da zanîn ku berjewendîyên netewên Ewropî bi berjewendîyên netewên Asyayê, bi taybetî Asyaya başûrê rojavayê ve girêdayî ye û di dewamê de got: Heger ne ji hêza siyasî, zanistî û hêza berxwedanê bûya wê Ewropa rastî bêewlehiyeke giran bihata û ya ku DAIŞ’ê tepeser kir jî berxwedan bû.
Hucetul-îslam wel-muslimîn Ebû Turabîferd her wiha amaje bi gotinên vê dawiyê yên Rêberê Înqilaba Îslamî ya Îranê li hevdîtina bi bijare û jêhatiyên zanistî yên Îranê kir û got: Yek ji rastiyên pergala Îslamî ku Rêberê Giranqedr ê Înqilabê balê dikişîne ser pêşketina zanist û teknolojiyê li welêt e.
Pêşnimêja înê yê Têhranê da zanîn ku hêz berhema zanist û zanînê ye û zanîn hêzê diafirîne û got: Ger zanîn û zanist bi perwerdehiya yekxwedayî û tewhîdê ve neyên girêdan, wê rê li ber îstîsmar, koloniyalîstî û serdestiya ser gelan veke.
Hucetul-îslam wel-muslimîn Ebû Turabîferd her wiha got: Yekane rêya ku dikare Îranê bigihîne deshilatê, bizava zanistî, gihandina sînorên zanînê û pêşengiya berhemanîna zanistê û bi gotina rêberê giranqedr ê Inqilabê, divê ku Komara Îslamî ya Îranê di paşerojê de bibe referansa zanistî ya cîhanê.